Bertekên li hember komkujiya hovane ku dewleta tirk a dagirker derheqê malbateke kobanî de pêk aniye, zêde dibin.
Xelkên bajarê Helebê gotin, armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku kurdan tune bike û dagirkeriya xwe fereh bike.
di 17’ê adarê de dewleta tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê kobanê bi balafirên bê mirov komkujiyek derheqê malbateke kobanî de pêk anî, di encamê de 10 endamên malbatekê ku piraniya wan zarok bûn, şehîd bûn.
Xelkên bajarê Helebê komkujiya li dijî malbata kobanî şermezar kirin û gotin, armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku kurdan tune bike û dagirkeriya xwe fereh bike.
Her wiha xelkên Helebê di nava axaftinên xwe de diyar kirin ku, ji despêka kirîza sûriyê ve dagirkeriya tirk êrîş dike û komkujiyan pêk tîne, dewleta tirk naxwazî aramî û aştî li sûriyê misoger bibe.
Bi hilweşandina rêjîma bass a esed re ,dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi taybet gundewarên bajarê kobanê, Bendava Tişrîn, pira Qereqozaq zêde kiriye.
