Desteya Ekolojî ya bajarê kobanê îro di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê adarê de, 100 dar çandin.
Çalakî bi beşdariya Jinên Desteya Ekolojî, rêveberiya xweser, saziyên rêxistinî, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya hundirîn hate li darxistin.
Di çalakiyê de 100 darên Belotan li baxçeyê Şehîd Baz yê gundê Minazê hatin Çandin.
Piştî çandina daran Hevseroka desteya Ekolojî ya bajarê kobanê daxuyaniyek da.
Di daxuyniyê de hat raghandin ku, hemleya wan a çandina daran dê heta 4’ê nîsanê roja rojbûna Rêber APO berdewam bike.
Çalakiya çandina daran bi berzkirina dirûşmên jin jiyan azadî bi dawî bû
DESTEYA EKOLOJÎ BI BONEYA 8’ê ADARÊ 100 DAR LI KOBANÊ ÇANDIN
