SAZÎ Û RÊXISTINÊN HERÊMÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ ROJNAMEVANAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

 

Sazî, rêxistin û desteyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êrîşa li dijî xebatkarên çapemeniya azad şermezar kirin.

Her wiha doza şopandina rêya şehîdan dan.

Nerazîbûnên li hember hedefgirtina erebeya rojnamevanan ya li Başûrê Kurdistanê her ku diçin, zêdetir dibin.

Nivîsgeha Jin ya TEV- DEM’ê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û banga mezinkirina asta têkoşînê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, armanca êrîşê tarîkirina dengê heqîqetê û têkbirina xeta çapemeniya azad e.

Her wiha Nivîsgeha Jin ya TEV- DEM’ê hevkariya PDK’ê ya ligel dagirkeriyê bi tundî şermezar kir û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku asta têkoşînê mezin bikin.

Her wiha Rêxistina Sara ya kantona Efrîn û Şehbayê jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir.

Rêxistinê got, dewleta Tirk bi hedefgirtina rojnamevanan yasayên parastina mafên rojnamevanan bin pê dike.

Her wiha tekez kir ku ti carî dê vîna wan neyê şkandin û ew ê rêya şehîdan bişopînin.

Koordînasyona Jin ya kantona Firatê jî êrîş weke hewldana qirkirina vîna jinan bi nav kir û tekez kir ku ew ê doza şehîdan bişopînin.

Nivsîgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a kantona Reqayê hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir.

Nivîsgeha ragihandinê di daxuyaniya xwe de got, êrîşên Tirkiyê yasayên navdewletî bin pê dike.

Her wiha tekez kirin ku heta henaseya dawiyê ew ê kareme û pênûsa hevrêyên xwe hilgirin û li her deverê bibin şopgirên dengê wan.

Têkildarî heman mijarê rojnamevanên kantona Minbicê daxuyaniyek dan.

Rojnamevanên Minbicê, êrîşa li dijî xebatkarên kompanyayê çeterê, weke êrîşa li dijî vîna tevahî rojnamevanan bi nav kirin.

Her wiha diyar kirin ku, vîna wan ti carî nayê şkandina û berdewamkirina rêya şehîdan, erka wan a sereke ye.

Rêxistina Sara li bajarê Hesekê jî bi daxuyaniyekê hedefgirtina rojnamevanên Kurd şermezar kir.

Rêxistinê got, armanc têkbirina vîna xebatkarên çapemeniya azad e.

Rêxistina Sara piştrast kir ku, ew weke jin dê tola şehîdan hilînin.

Share This Article