ILHAM EHMED: JI BO VEKŞANDINA TIRKIYÊ JI SÛRIYÊ EM BI HIKUMETA ŞAMÊ RE NE

Rojava Tv
2 Min Read

Îro Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê bo nirxandina karên xwe yên salekê, civînek li darxist.

Seroka desteya cîbcîkar a encumena sûriya demokratîk MSD Ilham Ehmed di civînê de amede bû û nirxandinên girîng kirin.

Piştî salekê ji kar, xebat, astengî û destkeftiyên mezin, Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li darxist.

Di civînê de Seroka Desteya Cîbcîkar a Encumena Sûriya Demokratîk MSD Ilham Ehmed, Hevserokên Encumena Cîbcîkar û Encumena Giştî a Rêveberiya Xweser, Hevserokên Encumena Dada Civakî, Nûner û Cîgirên Encumena Zagonsaz, beşdar bûn.

Seroka Desteya Cîbcîkar a Encumena Sûriya Demokratîk MSD Ilham Ehmed geşedanên siyasî û bandora wê li herêmê nirxand.

Ilham Ehmed diyar kir ku Di derbarê vekşandina dagirkeriya tirkiyê ji hemû axa sûriyê, ew bi hikumeta Şamê re ne.

Ilham Ehmed di nava nirxandinên xwe de got: Ew piştgiriyê didin avakirina eniyeke nû ya demokratîk ku rola oposizyonê bilîze û li her welatekî danûstandinan bike.

Her wiha Ilham Ehmed destnîşan kir ku Tirkiyê xwe ji bo hilbijartinan amade dike û got, dengên ku herin ji Erdogan re kêm bûne.

Piştî van nirxandinan raporên karûxebatên salekê hatin xwendin, her wiha astengiyên ku Encumena Zagonsaz di saziyên Rêveberiya Xweser û yên sivîl de jiyankirine hatin nîqaşkirin.

Paşê Xofran El-Xelef, Fesal Ubeyd El-Hisên , Silêman El-Hisên weke nûnrên herêma cizîrê her wiha Mihemed tirkî El-Soan wekî nûnerê Reqayê ji aliyê endamên Encumena giştî ve hatin hilbijartin.

Biryare, ku civîna Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser bi hejmarek ji planên 2023 an bi dawî bibe.

Share This Article