XELKÊN GUNDÊN TIL HASIL Û TIL ERANÊ BEHSA HÛRGILIYÊN KOMKUJIYA HOVANE DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Xelkên Gundên Til Hasil û Til Eranê hûrgiliyên komkujiya hovane ku komên çete li dijî şêniyên her du gundan pêk anîne vedibêjin.
Xelkên herdû gundan diyar kirin ku armanca komkujiyê ew bû ku kurdan ji cih û malên wan koçber bikin û wan tune bikin. Her wiha anîn ziman ku her kes li hember vê komkujiyê bê deng ma.

Ber êvara 27’ê Tîrmeha 2013’an, Dewleta Tirk û Hikumeta Şamê rê li pêş zêdetirî 17 komên çeteyan Cebhet El-Nusra, Lîwa Tewhîd, Ehrar Cebel Zawiyê, Ketaib El-Huriye û Selahedîn ku êrîşî Til Hasil û Til Eranê bikin, vekirin.

Bi wê re li dijî şêniyên Kurd ên resen komkujî pêk anîn.

Kêliyên bi êş di ser her du gunên Kurdan Til Hasil û Til Eranê re derbas bûn.

Xelkên wan her du gundan her sal wan êşan bi bîr tînin.

Buseyna Kalo û Omer Xelûsî ku ji gundê Til Hasilê ne behsa hurgiliyên komkujiyê kirin.

Her wiha diyar kirin ku ev komkujî pilankirî bû ji bo kurdan koçber bikin û anîn ziman ku her dewlet li gor berjewendiyên xwe tev digerin ji lewre li pêş Tirkiyê bê deng man.

Mihemed Beşîr ji gundê Til Eranê ye, ew jî yek ji şahidên komkujiyê ye diyar kir ku çeteyan nehiştin em şehîdên xwe bispêrin axê.

Li gorî şahidekî bûyerê Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker bi serçeteyên komên çeteyan re di 24′ê Hezîrana 2013′an de li Dîlokê li hev civiyabûn. Di wê civînê de, biryar hate dayîn ku komkujiyekê pêk bînin lê bi saya berxwdana xelkên Til Hasil û Til Eranê, pilana dijminan bi bin ket.

Share This Article