Tevgera Ciwanên Şoreşger li Helebê bi dirûşmeya ‘’Ji bo avakirina civakeke demokratîk û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan’’ meşek li dar xistin.
Meşê ji ber hola 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir, şêniyên bajêr, endam û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û ciwan beşdar bûn.
Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Di meşê de li ser navê tevgera ciwanan axaftin hatin kirin û hate gotin, em dixwazin hevdîtinê li gel Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.
Di dawiyê de tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.
