Bi sedan Şêniyên kantona Reqayê bi merasîmekê, sersaxî da malbata şervanê QSD’ê Abdullah Malik El-Sena, yê ku di 27’ê Îlonê de, li kantona Dêrazorê şehîd bibû.
Di bin konê sersaxiyê de, piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Bajarê Reqayê û Kongreya Îslama Demokratîk ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku şehîd xwedî nirxê herî buha ne û bi saya fedakariya wan, gel îro bi azadî li ser axa xwe jiyan dike.
Merasîma sersaxiyê bi dirûşma “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” bi dawî bû.
