Koçberên girê spî yên li Eyn Îsa yê, bi boneya salvegera 5’emîn a destpêkirina êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî xwepêşandenek li dar xistin.
bi sedan koçberên Girê Spî xwepêşandan di bin durişmeya ”na ji dagirkeriyê re û ji bo vegera li war em bi israrin” li dar xistin.
Di xwepêşandanê de, deqeyeke rêz li ser giyanê cangoriyên azadiyê hat girtin.
Piştre axaftin li ser navê, meclisa bajarê Girê Spî hat kirin û hat gotin , ji dema dagirkirina serêkaniyê û Girê Spî ve, dagirkerî sûcên xwe li wan herdû bajaran didomîn e her wiha soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirna herêmên dagirkirî da.
Xwepêşandan bi siloganên ”em ê vegerain warê xwe û Erdogan bişkînin” bi dawî bû.
KOÇBERÊN GIRÊ SPÎ BI XWEPÊŞANDANEKÊ DAGIRKERIYA TIRK ŞERMEZARKIRIN
