XELATA AFIRÎNERIYÊ YA HRRK’Ê HATE DAYÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK’ê xelata afirîneriyê ya îsal da şêwekar Emîn Ebdo û Henîf Hemo.
8ˈê Mijdara îsal Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 10ˈan li bajarê Qamişlo dest pê kiribû.
Mîhrîcan duh bi dawî bû û Îro jî HRRKˈê bi civîneke çapemeniyê navê kesên ku hêjayî xelatên afirîneriyê yên îsal hatin dîtin, aşkera kir.
Di civîna çapemeniyê de hat gotin, Tecrubeyên şêwekarên ji Efrînê Emîn Ebdo û Henîf Hemo bi mîraseke hunerî ya bedew û resen dewlemend e, lewra Desteya Rêveber a HRRKˈê xelata afirîneriyê ya 2024ˈan pêşkêşî wan dike.
di çalakiyên mîhrîcanê de ku 10 rojan dewam kir semîner û penal hatin lidaxistin .

Share This Article