Îro girînendeya têkiliyên derve ya rêvberiya xweser bi kongireke çapemeniyê 38 zarokên DAIŞ’ê yên Rûsî radestî hikûmeta Rûsiya ya federal kirin..
Radestkirin bi îmzekirina belgeyan ji aliyê şandera Rûsî Mariya Livova û endamê desteya rêveber ya têkiliyên derve Xalid Ibirahîm ve hate kirin..
Di kongira çapemeiyê de şandera Rûsî Mariya Livova da zanîn ku ta niha, li gor daxwazên malbatên Rûsî, hikûmeta Rûsiya ya fedral bi gîştî 300 zarokên DAIŞ’ê ji rêvberiya xweser wergirtine û zêdeyî hezar malbatên Rûsî daxwaza zarokên xwe dikin..
Di dawiyê de Mariya Livova spasiya rêveberiya xweser li ser alîkariya radestkirina zarokên Rûsî kir..
