KOÇBERÊN EFRÎNÊ LI HÊVIYA VEGERÊ NE

Rojava Tv
1 Min Read

Li gel ku vegera koçberan yek ji xalên sereke yên peymana 29’ê Çileyê ye û gelê Efrînê ji bo vegerê amade ye, lê hîn li ser rûyê erdê ev vegera nehatiye garantîkirin.

Kombenda Efrîn civakî ji bo vegerê dest bi amadekariyan dikin û bi Neteweyên Yekbûyî re di nava dan û standinan de ne .

li gor aliyên peywendîdar dê di navbera 400 malbat heta 500 malbat li gor lihevkirinê vegerin warê xwe û ji bo lojîstîka vegerê raporek dan Neteweyên Yekbûyî.

Ji aliyê xwe ve Koçberan kêfxweşiya xwe ji bo vegerê anîn ziman û daxwaza vegereke bi ewle kirin.

Koçberan dan xuyakirin ku 8 sal ji Koçberiyê, hişt ku ew zor û zehmetiyan bikişînin û dem hatiye ku vegerin Efrînê.

Koçberên Efrînê Cara yekem di Adara 2018’an ji Efrînê, piştre kanûna 2024’an ji Şehbayê û herî dawiyê jî çileya îsal ve ji Tebqa û Reqayê, Ketin ser rêya koçberiyê ya dijwar, Lê niha çavên koçberan li vegreke ewle û garantîkirî ye .

Share This Article