XEBATÊN ZIFTKIRINA RIYAN LI BAJARÊ HESEKÊ DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê di çarçoveya plana xwe ya pêşxistina binesaziyê û baştirkirina xizmetan, xebatên xwe yên Ziftkirina kolan û rêyan didomîne.

Kar di bin çavdêriya rasterast a komîteya çavdêriyê ya di beşa teknîkî ya şaredariya bajarê Hesekê de ye.

Li gorî berpirsên projeyê, ev xebat bi armanca pêşxistina binesaziyê û baştirkirina xizmetan ji bo gel hatiye dest pê kirin.

Ev proje hejmarek kolan û çarxare li bajarê Hesekê di nav xwe de dihewîne.

Berpirsên projeyê diyar kirin ku, niha xebata ziftkirina riyan gihiştiye taxa El Umran û li Çarxareya Pîşezariyê û rêya ku taxên Xeşman û Tala’î bi hev ve girêdide ziftkirin dewam dike.

Share This Article