Buroya Jin a TEV-DEM îro bi daxuyaniyekê Şehîdên komkujiya 2’emîn a Parîsê bi bîr anî û got, êrîşa li dijî navenda Ahmet Kaya, li dijî têkoşîna azadiyê bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin , komkujiya yekemîn û duyemîn ên li Fransayê berdewamiya siyaseta qirkirina Kurdan bûn.
Her wiha Buroyê diyar kir ku, dewleta Tirk bi rêya kesên nijadperest êrîşî pêşengên tevgera azadiyê dike.
Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM bang li Saziyên Navneteweyî û Fransayî kir ku rastiya komkujiyan aşkere bikin û sûcdaran darizînin.
