#Hêzên_Ewlekariya_Hundirîn
#Bakur_Rojhilatê_Sûriyê
Hêzên me yên taybet “HAT” bi operasyoneke taybet emîrekî rêxistina çete ya DAIŞê girtin
Hêzên me yên taybet di sibeha îro 22ê Tîrmehê, li gundewarê rojhilatê Dêrezorê emîrekî rêxistina çete ya DAIŞê girtin.
Di çarçoveya operasyonên ewlekarî yên serkeftî yên hêzên me û lêdanên ji nişkî ve yên rêxistinên çete û paqijkirina deverên me ji şaneyên wan, û piştî şopandin û komkirina zanyariyên ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî yên pispor di şerê li dijî çetan de, hêzên me bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, operasyoneke taybet ku mudahemeya yek ji veşartgehên şaneyên DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê kirin, ku bi rêya wê emîrekî rêxistinê girtin, û herwiha çekên ku di destê wî de hebûn, desteser kirin:
_ Hejmara Bîksê / 1 / _ Hejmara cebilxaneya Bîksê / 132 / + zincîra bîksê+ sebetanê+ parçeyên berdêl
_ Hejmara RPG /1/ + Hejmara heşweyên wê/2 / + Hejmara heşweyên teqemeniyê /2/
_ damance /3/ + cebilxaneya wê /71/ + cercûrên wê /8/
_Tivingek AKê tevî 782 mermiyên wê
_ kilaşînkov Rûsî /1/ cebilxaneya wê /30/+ 14 cercûrên wê
_ Tivinga nêçîrê /2/ + rext /2/ + dûrbîna sibê + tivingên qindaq text /3/ + çenteyê wê/1/ + qawîş /3/ + cilên leşkerî Hejmar /2/ + pêlavên leşkerî Hejmar /1/ + qutiya cebilxane ya vala /1/ + îsbatên şexsî+ alavên peywendiy yên kesane /3/
Hêzên me lêkolînên destpêkê bi dawî dikin û bi awayekî rêk û pêk radestî dadgehê dikin.”
Hêjayî gotinê ye ku hêzên me di meha Tîrmehê de çend kes û emîrekî DAIŞ’ê binçav kirin û li ser şopandina her kesê ku ji bo têkbirina ewlehî û aramiyê kar dike berdewam in.
#RTV
