Hejmarek ji rêxistinên jinan û şêxên eşîrên herêmê derbarê êrîşên dewleta Tirk û koçberkirina bi darê zorê ya ku ji aliyê çeteyên Tirk ve li dijî gelê Efrînê pêk tê, daxuyaniyek dan.
Şermezarkeran diyar kirin ku komkujî li dijî gelê Efrînê tên kirin û divê bêdengiya navneteweyî bi dawî bibe
Ev çend roj in karwanên koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku ji ber zilma çeteyên Tirk bi darê zorê koçber dibin, berê xwe didin bajarê Tebqa û Reqayê.
Bi sed hezaran mirov tî, birçî û westayî ji rêwîtiya ku nêzî 10 saetan dom kir qedandin, bi armanca ku xwe bighînin devereke bi ewle.
Li ser vê yekê, rêxistin û tevgerên jin ên kantona Reqayê, êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Şehba û Efrîn û Helebê, bi daxuyaniyekê ji raya giştî re şermezar kirin.
Di daxuyaniya rêxistin û tevgerên jin de, banga destwerdana lezgîn ji bo alîkariya koçberên Efrînî yên ku ji Til Rifat û Şehbayê hatine, hate xwestin, her weha bang li saziyên mafên mirovan hate kirin ku çarenûsa bi deh hezaran sivîlên li wir mane bê eşkerekirin.
Li bajarê Hesekê jî, Rêxistina Weqfa Jina Azad daxuyaniyek da û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.
Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Weqfa Jina Azad, Kongra Star û Rêxistina Sara li pêşiya Navenda Ewqafa Jina Azad a taxa Kelasê ya bajarê Hesekê hate xwendin.
Di daxuyaniya Weqfa Jina Azad de wiha hat gotin:
“Ev kiryarên sûcdar ên ku ji aliyê çeteyên Tirk ve tên kirin, dûrî nirxên mirovî û exlaqî ne û ev yek ji bo Tirkiyê ne nû ye, ji ber ku dîroka wê bi komkujiyên li dijî sivîl, jin û zarokan û qirkirinên li dijî gelan tije ye.”
Di daxuyaniyê de Rêxistina Weqfa Jina Azad bang li rayedarên pêwendîdar kir ku ji bo pêşî li karesateke mezin a mirovî bê girtin, alîkariyê bidin kesên ku ji malên xwe koçber bûne.
Rûspî û eşîrên bajarê Amûdê û gundewarên wê jî, derbarê rewşa heyî ya herêm tê re derbas dibe daxuyaniyek li bexçeyê Sînemeya Amûdê dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew weke şêx, eşîr û rûspiyên herêmê ev terora plankirî, koçberkirina bi zorê û guhertina demogirafîk a li Heleb bi giştî, bi taybet li Şehba û Til Rifet pêk tê şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku divê Civaka Navneteweyî, bi erk û berpirsyarên xwe derbarê sûcên li dijî gel tê kirin rabin.
