XEBATÊN BELAVKIRINA MAZOTÊ LI KANTONA HESEKÊ BER DI DAWIYÊ VE DIÇE

Rojava Tv
2 Min Read

Proseya belavkirina mazotê li kantona hesekê ber bi dawiyê ve diçe û li gorî komîteya sotemeniyê ya kantonê wê di heftiya bê de dê belavkirina bi dawî bibe.

Li gorî komîteya sotemeniyê ya kantona hesekê heta niha mazot li ser zêdetirî 90 hezar malbatan belavkirin e û miqdara mazotê zêdetirî 27 milyon lître ye.

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêdiviyên şêniyan ji mazota sobeyan bi nêzbûna zivistanê re belav dikin.

Li seranserî herêmê mazot hate belav kirin û ev prose ber bi dawiyê ve diçe. Mekanîzmaya belavkirinê bi rêya komîn û meclisên herêmî pêk tê.

Li kantona hesekê jî proseya belavkirina mazotê li ser şêniyan ber bi dawiyê ve diçe.

Tevî vê yekê şêniyên kantona hesekê ji ber derengmayîna belavkirina mazotê bi gazin bûn.

Hevserokê komîteya sotemeniyê ya kantona hesekê yezen ehmed sedemên derengmayîna belavkirina mazotê eşkere dike.

Li gorî yezen ehmed wan heta niha mazot li ser zêdetirî 90 hezar malbatan belavkirin e. û miqdara mazotê zêdetirî 27 milyon lître ye.

Ji 19’ê vê mehê ve dewleta Tirk a dagirker bêserûber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike û navendên xizmetguzariyê dike armanc.

Lê tevî vê yekê jî Rêveberiya Xweser projeyên xwe ranewestandine û di pêşkêşkirina xizmetê ji bo welatiyên herêmê de berdewam e.

Share This Article