Rêvebriya Xweser a herêma bakur û rojhilatê sûriyê deryê xwe ji penaberên sûriyê yên ku ji lubnanê derdikevin re vekiriye.
Hevserokê karûbarên Civakî û Kedkaran yê Rêveberiya Xweser Farûq El maşî diyar kir ku, ji bo hêsankirina hatina penaberan Rêveberiya xweser di nava xebatê de ye.
Tevî dorpêça hikumeta şamê û êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê lê dîsa jî herêma rêveberiya xweser ji tevahî herêmên sûriyê bi ewletire.
Rêvebriya Xweser a herêma bakur û rojhilatê sûriyê deryê xwe ji penaberên sûriyê yên ji lubnanê derdikevin re vekiriye.
Hevserokê karûbarên Civakî û Kedkaran yê Rêveberiya Xweser Farûq El maşî diyar kir ku, ji bo hêsankirina hatina penaberan Rêveberiya xweser di nava xebatê de ye.
Her wiha Farûq Elmaşî diyar kir ku, nûnertiya rêveberiya xweser a li lubanê navên koçberan digre û bi Rêveberiyê re parve dike.
Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser îro ragihand ku, di her du rojên derbasbûyî de 7 hezar û 703 kes ji Lubnanê derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.
