Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê a bajarê Qamişlo, derbarê peyama Rêber APO ya dîrokî ji Rojava TV re axivîn.
Endamên PYD’ê gotin: peyama Rêber APO hêzek e û divê em li gorî wê tevbigerin.
Di 27’ê Sibatê de, gelê Kurd li pêşberî rojeke dîrokî bû, dema ku peyama Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn, ji hêla bi milyonan kesî ve hate pêşwazîkirin.
Rêber APO di peyama xwe de, gelek nameyên ku wê qeyrana Rojhilata Navîn biguherînin û li şûna wê aştî û biratiya gelan, bi taybetî gelên Kurd û Tirk pêk bînin, anîn ziman.
Têkildarî armanc û giringiya peyamê, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Qamişlo ji Rojava TV re axivîn û pabendbûna xwe ya bi vê bangê re anîn ziman.
Her wiha tekez kirin ku armanca PKK’ê ne hilgirtina çekan e, lê belê armanca wê avakirina civakeke exlaqî û siyasî ye.
Gelek kesayetên siyasî yên li ser asta navdewletî û hêzên cîhanî, banga Rêber Abdullah Ocalan weke bangeke dîrokî bi nav kirin û piştevaniya xwe ya ji bo pêvajoyê piştrast kirin.
