Vê sibehê 4’emîn Kongreya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi beşdarbûna 400 delegeyan li kantona Reqayê dest pê kir.
Di kongreyê de nîqaş li ser xebatên MSD’ê û çawaniya çareserkirina aloziya Sûriyê têne kirin.
4’emîn Kongreya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê vê sibehê bi beşdariya 400 delegeyan li kantona Reqayê dest pê kir.
Kongreyê dirûşmeya “Yekitiya sûriyeyiyan bingeha çareseriya siyasî û mîsogeriya Sûriyeyeke demokratîk a pirreng a nenavendî ye” li xwe girt.
Di destpêka kongreyê de Hevserokên MSD’ê Emîne Umer û Riyad Dirar axivîn. Piştre peyama fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî hate pêşkêşkirin.
Her wiha li ser navê Rêveberiya Xweser û Meclîsa jin jî axaftin hatin kirin
Di kongreyê de nîqaş li ser xebatên MSD’ê yên di qada herêmî û navdewletî, astengiyên li pêşiya wan û çawaniya pêşxistina kar têne kirin.
Kongreya MSD’ê bi nîqaşan berdewam dike û biryar e kongre bi guhertinên mezin û hilbijartina hevserokatiya nû bi dawî bibe.
