Yekitiya Werzîşê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêşbirka bezê û biskilêtan ji bo ciwanan li dar xist.
Pêşbirk bi diruşma “Xwedî li Banga Aşît û Civaka Demokratîk derkevin” û bi beşdariya dehan ciwanên herdu taxan , hat organîzekirin.
Kesên beşdarî pêşbirkê bûne heta kîlometreyekê bisklêk ajotin û beziyan û di dawiyê de jî kesên serketî ji aliyê yekîtiya werzîşê ve hatin xelatkirin.
Li gorî yekîtiya werzîşê ya taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê, armanc ji çalakiyên werzîşî, birêxisttina ciwanan û tevlîkirina wan ya nava civak û çalakiyên sûdmend e.
YEKÎTIYA WERZÎŞÊ PÊŞBIRKA BISKLÊT Û BEZÊ BO CIWANÊN HELEBÊ LI DAR XIST
