Patrîkê Antakya û Tevahî Rojhilat û Serokê bilind ê Dêra Suryanî ya Ortodoks a Antakyayê Mar ”Ignatius Ephrem ê Duyemîn” bi kombûneke girseyî Katedrala St.George li bajarê Hesekê vekir.
Di merasîma vekirinê de xelkê Suryanî û Xiristan, nûnerên ji pêkhateyên Hesekê ji Kurd û Ereban, kesayetên rewşenbîr, oldar û civakî yên Cizîr û Sûriyeyê amade bûn.
Piştî çend salan cara yekemîn e Patrîk Mar ”Ignatius Ephram” ê Duyemîn serdana herêmê dike.
Serdan wateyên giyanî û civakî yên girîng digire nav xwe, nexasim digel hewldanên bi armanca xurtkirina jiyana hevbeş di nava pêkhateyên herêmê de.
