10’EMÎN FESTÎVALA WÊJE Û HUNERA JIN DI ROJA XWE YA DAWÎ DE DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

10’emîn Festîvala Wêje û Hunera Jin li Parka Azadî a bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Bi deng û rengê jinê hunera azad” di roja xwe ya 3’yan û ya dawî de dewam dike.

Di roja duyemîn a Festîvalê de, jinên şêwekar, wêjevan û behremendên ji pêkhateyên herêmê û şêniyên deverê, amade bûn.

di Festîvalê de Fîlm, Stran, Govend, Helbest, Wêne û Karên destan, hatin pêşkêşkirin.

Cigira Desteya Jin a Kantona Cizîrê Hueyda Mihemed diyar kir ku wan hewl da zîhniyeta mêrsalarî û koçberî bi çêkirina karê destan, di festîvalê de pêşkêş bikin.

Rêvebera Hîlala Zêrîn Rûken Mihemed jî da zanîn ku armanca wan ji festîvalê, hunera azad ya ku bi destê jina azad tê xêzkirin pêşkêş bikin û li tevahî cîhanê bidin naskirin.

Share This Article