WÊRANKIRINA GORISTANÊN ŞEHÎDAN ÊN MINBIC Û ŞEHBAYÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Meclisên Malbatên Şehîdan ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda xerabkirin û wêrankirina goristanên Şehîdan ên li bajarê Minbic û Şehbayê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de hat gotin, êrîşa li dijî goristanên Şehîdan êrîşa li ser dîrok û çanda gelê herêmê ye, divê sûcdar di demek nêz de werin cezakirin.

ji dema ku çeteyên dewleta tirk a dagirker bajarên Minbic û Şehbayê dagir kirine, sûcên kuştin, revandin, dizî û talankirinê berdewam in.

Goristanên şehîdan ên ku bi saya wan herêm ji terora Daişê hat parastin ji hovîtiya çeteyan saxlem neman.

Ji bo şermezarkirina sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî goristanên bajarên Minbic û Şehbayê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo û Amûdê daxuyaniyê cuda dan.

Herdu Meclîsan di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku, di sibeha cejina remezanê de çeteyan li bajarên Minbic û Şehba goristanên şehîdan xirab kirin û hovîtiya xwe ji cîhanê re dan xuyakirin.

Meclîsan anîn ziman ku êrîşa li dijî goristanên Şehîdan êrîşa li ser dîrok û çanda gelê herêmê, her wiha zagonên navnetewî binpê dike.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo û Amûdê di dawiyê de daxwaza lêpirsîneke û darizandina sucdaran kirin.

Li aliyekî din Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku,Êrişa li ser goristanan asta kîn û hovîtiya dagirkeriya Tirk nîşan dide.

kolandin û rûxandina goran ji aliyê olî ve heram e û ev yek jî îsbat dike ku ev êrişker ji nirxên olî û mirovahiyê dûr ketine.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê di daxuyaniya xwe de bang li desthilata şamê ya nû kir ku li hember sûcên hovane yên çeteyan bê deng nemîne û bi erkên xwe rabe.

Share This Article