Operasyona ewlehiyê ya hêzên ewlekariya hundirîn li kampa Holê di roja 4’an de li beşên duyemîn û 4’emîn dewam dike û li gorî nûçegihana ROJAVA TV li her du beşan 20 çete hatine girtin.
Di roja çaremîn a operasyonê de beşa duyemîn a penaberên iraqî û beşa 4’emîn a koçberên sûrî tên kontrokirin.
nûçegihana me ji kampa holê got, Di lêgerîna li her du beşan de 20 çete hatine girtin, 4 klaşînkov û 2 demançe hatine desteserkirin.
18’ê nîsanê Hêzên ewlekariya hundirîn bi piştevaniya YPJ û QSD’ê Operasyona ewlehiyê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dane destpêkirin.
