Akademiya Civakên Demokratîk îro, li bajarê Reqayê ji bo nîqaşkirina têgehên komîn, ferdê azad û paradîgmaya Netweya Demokratîk, komxebatek li dar xist.
Bi dehan endamên akademiyê, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, rewşenbîr, mafnas û çalakvan beşdar bûn.
Di komxebatê de, paradîgmaya Neteweya Demokratîk û şaxên wê bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Her wiha ferd û civaka azad jî bûn mijarên nîqaşê.
Di heman demê de pergala jiyana komînal jî hate nîqaşkirin û li ser çawaniya çalakkirin û cîbicîkirina xalên wê jî hate rawestandin.
Beşdarên komxebatê jî nêrînên xwe parve kirin û pêşniyarên xwe gotin.
