Wekî beşek ji înîsiyatîfên piştgiriya koçberan, koma mûzîkê “Murad Saz” bi hemahengiya Navenda Kulturvan a Çandî, îro şahiyek ji bo zarokên ku ji bajarên Reqa û Tebqayê koçberî bajarê Amûdê bûne, li dar xist.
Çalakî li Dibistana Tîrêj pêk hat. Di şahiyê de koma muzîkê stran gotin û zarok bi dengê xwe coş kirin.
Li gel lidarxistina şahiyê, diyarî li ser zarokên di dibistanê de jî hatin belavkirin.
Berpirsyarên şahiyê diyar kirin ku armanc ji van çalakiyan, piştgiriya psîkolojîk û civakî bidin zarokan û hevgirtina bi malbatên koçber re xurt bikin.
