Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, bi hezaran giyanên jîndar û pak di oxira doza pîroz de canê xwe bexş kirin û xwe kirin pireke qayîm di navbera raborî û dahatûyê de, ji lewre di hemû boneyan de welatî beriya her tiştekî berê xwe didin goristanên nemiran.
Welatiyên bajarê Qamişlo di yekem roja cejna Qurbanê de serdana goristana Şehîd Delîl Saroxan kirin û cejna xwe li gel şehîdan pîroz kirin.
Her wiha hêvî kirin ku cejn bibe navgîna serwerkirina aramî û aştiyê.
