YEKÎTIYA JINÊN CIWAN LI HELEBÊ ROJA 25’Ê MIJDARÊ BI KOMXEBATEKÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Jinên Ciwan a li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi boneya 25’ê Mijdarê, komxebatek li dar xist.

Komxebat di bin diruşmeya ” Li dijî tundiyê em bibin xwebû ” hat li darxistin.

Bi dehan ciwan ji saziyên sivîl, meclis û partiyên siyasî li hola civînan a MSD’ê beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan, Komîteya Ciwanan û Kongra Star ve hate kirin.

Axêveran diyar kirin ku armanc ji vê komxebatê pêşxistina hişmendiya civakî û aktîfkirina rola ciwanan di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de ye.

Komxebat bi vekirina deriyê nîqaş bi dawî bû.

Share This Article