ÊZIDIYÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ÊZIDIYÊN ŞENGALÊ BI TENÊ NEHIŞTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê di dema fermana Şengalê de, xwedî li Êzidiyên Şengalê derketin û bi hawara wan ve çûn.

Kurdên Êzidî li Rojava pêşwazî li Êzidiyên Şengalê kirin û pêdiviyên wan dabîn kirin.

Dema ku salname dighêje roja 3’ê Tebaxê, jiyan radiweste, ji ber ku di wê rojê de jenosîdeke hovane bi serê Kurdên Êzidî de pêk hat.

Her çend sînorên dagirkeran Kurdên Êzidî ji hev parçe jî kiribin, lê ew di demên zehmet de xwedî li hev derdikevin.

Nimûneya wê yekê jî fermana 3’ê Tebaxê ye. Di wê rojê de Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê sînor herifandin û xwe gihandin Şengalê.

Di dema avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê de, Êzidiyên Rojava li kêleka Êzidiyên Şengalê rawestiyan.

Jinên Êzidî yên ku ji kampa Holê û deverên cuda dihatin rizgarkirin, ji aliyê mala Êzidiyan ve dihatin pêşwazîkirin û paşê bo Şengalê dihatin vegerandin.

Share This Article