Bi wesîleya 21’emîn salvegera komkujî û serhildana 12’ê adara 2004’an, bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo, li stadyoma 12’ê Adarê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan.
Welatiyan anîn ziman ku, rêjma Esed a rûxyayî dixwest îradeya gel bişkîne lê gel bi îrade û têkoşîna xwe ew hewldan têk bir.
Di 12’ê Adara sala 2004an de dema ku tîma fitwê ya dêrazorê û tîma Cîhad a Qamişlo dixwestin maçeke futbolê li stdyoma 12’ê Adarê li darbixin rêjma Baes ya rûxiyayî fitineyek derxist ku di encamêde derheqê kurdan de komkujiyek pêk hat û kurdan serhildanek lidarxistin.
Bi wesîleya 21’emîn salvegera komkujî û serhildanê, bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo, endam û rêveberên Rêveberiya xweser li stadyoma 12’ê Adaraê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kirin.
Endamê Meclîsa giştî ya PYD’ê Talet Yûnis diyar kir ku rêjma Baes ya berê dixwest îradeya gel têk bibe lê gel bi îrade û têkoşîna xwe ew hewldan têk bir.
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ebêd Etê jî anî ziman ku Rêjîma Baes ya berê ji ber zihniyeta netewperestiyê têk çû.
Welatiyên bajarê Qamişlo her sel di roja 12’ê adarê de li stadyoma 12’ê adarê li hev kom dibin, serhildanê bi bîr tînin û komkujiya diderhqê kurdan de şermezar dikin.
