Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya YPJ’ê de, Tevgera Hîlala Zêrîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê, çalakiyeke hunerî li dar xist.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre şano û mûzîk hatin pêşkêş kirin, ku tê de rola YPJ’ê ji salên destpêka şoreşê û têkoşîna ku hatiye kirin hate diyarkirin.
Piştî şanoyê, pêşangeh hate vekirin ku tê de wêneyên YPJˊê ji destpêka şoreşê û ta niha hatin pêşkêşkirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ev demeke, rêzeçalakiyên cur be cur ji bo piştgriya YPJˊê li seranserî cîhanê tên li darxistin.
