Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê bi şahiyekê navenda Saziya Zimanê Kurdî (SZK) vekir.
Şahî bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekê rewa û bingehîn e” û bi beşdariya kesayet û saziyên sivîl ên ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat organîzekirin.
Di şahiyê de axaftin li ser navên Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Meclisa Cîbicîkar a Reqayê hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin, zimanê Kurdî ji sala 2011’an ve tê vejandin û em van destkeftiyan diyarî giyanên şehîdan dikin.
Di dawiyê de deriyê saziyê hate vekirin.
