PROJEYA ÇANDINA 40 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN LI CIZÎRÊ TÊ CÎBICÎKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Çandinî û Sewaldariyê 15 rojin dest bi projeya çandina 40 hezar darên zeytûnan li ‎Kantona Cizîrê kiriye.
derbarê projeyê û armancên wê Dijwar Mihemed Hevserokê Komîteya Çandinî û Sewaldariyê ya ‎bajarê Qamişlo ji Rojava TV re hûrguliyan parve kirin.‎

Bi armanca bidestxistina rêbazê xwetêrkirin û xurtkirina warê çandiniyê li Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê, Desteya Çandinî û Sewaldariyê dest bi projeya çandina 40 hezar darên zeytûnan li ‎Kantona Cizîrê kiriye.
‎Têkldarî vê projeyê, Dr Dijwar Mihemed Hevserokê Komîteya Çandinî û Sewaldariyê ya ‎bajarê Qamişlo ji Rojava TV re axivî û hûrguliyên wê parve kirin.‎

Dijwar Mihemed got dara zeytûnê pîroz e û dikarin gelek sûd jê wergirin.

Dijwar Mihemed da zanîn ku 40 hezar darên zeytûnan li ser 9 bajarên Kantona Cizîrê hatine ‎belavkirin, ji wan jî nêzî 6 hezar li bajarê Qamişloyê hatine çandin.
‎Dijwar Mihemed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi van ‎projeyan hewl dide ku xwetêrkirinê ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda bike.‎

Proje nêzî 15 rojan hatiye destpêkirin û li gorî ku komîteya çandiniyê, proje gava ‎yekem a çandiniyê bi awayekî erênî bi rê ve diçe.‎

Share This Article