TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER Û YEKETIYA JINÊN CIWAN ÊN KOBANÊ 15’Ê SIBATÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yeketiya Jinên Ciwan ên bajarê Kobanê, bi çalakiyekê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Çalakî bi bin dirûşmeya “Rêber Apo xeta me ya sor e” li qada Jina Azad a bajarê Kobanê li dar ket.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto axivî:

Avaşîn Misto got: Em vê komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me xeta sore. Em ê her tim li ber xwe bidin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên “Bêjî berxwedana rêber APO, Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

Share This Article