UNICEF Û WFP’Ê SERDANA BAJARÊ KOBANÊ Û SAZIYÊN WÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şandeyek ji endamên Rêxistina Alîkariyê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî pêk tê, serdana Kobanê kir

Di gera yekem de, Şande bi nûnerên saziyên av, tenduristî, ceyran, perwerde, înternet û aborî re hevdîtin kirin.

Nûnerên saziyan, bandorên dorpêça li ser bajêr û rewşa koçberan bi şandeyê re parve kir. Her wiha ji wan xwestin ku rewşê ji nêzî ve bişopînin û bibin bersiv.

Piştî bidawîkirina nîqaşê ya li ser dorpêça giran, şandeyê sardana dibistan, baxçeyên zarokan, firne û mizgeftên ku koçber lê dimînin kir û rewşa wan şopand.

Share This Article