Duh li Helebê beşa duyemîn a dîlgirtiyan ku hejmara wan 469 kes bûn, hate berdan.
Welatiyên Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê bi dahol, zirne û dîlanê pêşwaziya dîlgirtiyan kirin.
Piştî astengkirinê duh ji bo pêkanîna peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê de, 293 dîlgirtiyên meclisê û 176 endamên desthilata Şamê, weke beşa duyemîn a pevguhertina dîlgirtiyan hatin berdan.
Welatiyên her du taxan bi dahol, zirne û dîlanê pêşwaziya dîlgirtiyan kirin.
00:32—01:18
Beşa yekemîn a pevguhertina dîlgirtiyan di 3’yê Nîsanê de pêk hat. Di wê beşê de 146 girtiyên meclisê û 97 endamên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.
02:07—02:42
Di 1’ê Nîsana 2025’an de peymanek girêdayî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di navbera Meclisa her du taxan û desthilata Şamê de, ku ji 14 bendên sereke pêk tê, hat îmzekirin.
Benda 12’an a peymanê girêdayî “valakirina girtîgehên her du aliyan li Helebê û kesên piştî rizgarkirinê hatine dîlgirtin, were berdan”.
