Meclisa Rûspiyan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi merasîmekê navenda xwe li kolana Mehetayê محطةvekir.
Di merasîma vekirinê de, Rûspiyên Kurd û Ereb ên bajêr, hejmarek siyasetmendar û rewşenbîrên ji pêkhateyên bajar, beşdar bûn.
Di merasîmê de axaftin li ser navê Meclisa Rûspiyan hat kirin û amaje bi rola meclisê di xurtkirina rihê xwişk û biratiyê di navbera pêkhateyên herêmê de, her wiha di bihêzkirina diyalog û pêşxistina aştiya navxweyî de hat kirin.
Beşdaran piştgiriya xwe bi meclisê re anî ziman û destnîşan kirin ku ev navend dê bibe destpêka lidarxistina çalakî û hevdîtinên zêdetir ku xizmeta tevahiya bajar bike.
