ŞÊNIYÊN KOBANÊ SALVEGERA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên kantona firatê îro bi meşekê 7’emîn salvegera dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dagirkeriya tirk ve, şermezar kirin.
Meş bi beşdariya bi dehan şêniyên kobanê, saziyên sivîl, kongra star û xwendekar û mamosteyên dibistanan, ji qada jina azad dest pê kir û ber bi qada şehîd Egîd ve bi rê ket.
meş li qada şehîd Egîd veguherî mîtingê û di mîtîngê de li ser navê Rêveberiya Xweser a kantona firatê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat gotin, dê têkoşîna ji bo vegera li Efrînê dewam bike û Efrîn ji dagirkeriyê were rizgarkirin.

Share This Article