Desteya Ekolojî ya kantona Firatê dest bi hemleya komkirin û belavkirina tovên daran kir.
Hemle her sal di meha payîzê de tê li darxistin û ev Sê roj in hemleya komkirina tovên daran li firatê hatiye destpêkirin.
Tov ji park, şitigeh û cihên ku darên kevin lê hene tên komkirin.
Li gorî Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê Tovên ku Di sala borî da hatin Komkirin wê di demsala Zivistanê de werin çandin, her wiha tovên ku niha tên komkirina wê sala bê da werin çandin.
Armanc ji vê Hemleye jî ew e ku keskahiya li herêmê zêde bibe.
