SIYASETMEDARÊN REQAYÊ NÊRÎNÊN XWE DERBARÊ HEVDÎTINA LI HEWLÊRÊ ANÎN ZIMAN

Rojava Tv
1 Min Read

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk li Reqayê, geşbîniya xwe derbarê civîna ku pêncşema borî li Hewlêrê hatibû lidarxistin, nîşan dan.
Siyasetmedaran gotin: Bi hev re ji bo xurtkirina yekrêziya Kurdî, bi hev re ji bo parastina destkeftiyên gelê me.

Roja pêncşema borî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî; serdana Hewlêrê kir û ligel Serok Mesûd Barzanî, hevdîtin kir.

Civaka Kurd ev pêngav bi erênî bi nav kir û hêvî kir ku yekbûna rêzên Kurda ku demeke dirêj li bendê bû, pêk were.

Di vê çarçoveyê de, Rojava TV nêrîna kesayetên siyasî yên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Reqayê yên li ser civîna dîrokî şopand.

Her weha siyasetmedaran tekez kirin ku ev civîn, dê yekrêziya Kurdî bihêztir bike û nakokiyên partiyetî yên bi salan hatine komkirin jî, ji holê rake.

Li gor zanyariyên ji civînê, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî tekez kir ku, di qonaxa niha de pêwîstiya hevgiritna hemû aliyên Kurdî heye, ji bo bidestxistina aramiyê û dabînkirina parastina berjewendî û destkeftên gelê Kurd.

Share This Article