KONGREYA PKK’Ê YA DÎROKÎ RASTÎ PÊŞWAZIYEKE BERFIREH A RAYA GIŞTÎ TÊ

Rojava Tv
2 Min Read

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a Helebê Kemîran Zaza hêviyên xwe yên mezin ji bo lidarxistina kongreya PKK’ê û ragihandina destpêkirina pêvajoya aştiyê anî ziman.
Kemîran Zaza got: PKK hizir e û ev hizir jî ti carî namire.

Di navbera rojên 5 û 7ê Gulana 2025’an de, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kongreya xwe 12’mîn li ser banga rêber Abdullah Ocalan, li dar xist.

PKK’ê di kongreya xwe de bi zelalî rawestandina çalakiyên leşkerî yên bi navê partiyê û destpêkirina xebata siyasî ya aştiyane ragihand.

Têkildarî kongreya PKK’ê û biryarên ku ji wê kongreyê derketine, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ya Helebê Kemîran Zaza li gel Rojava TV axivî.

Kemîran Zaza diyar kir ku fesixkirina PKK’ê ne dawiya têkoşînê ye, lê belê ew destpêka şoreşeke hîn xurttir e.

Kamran Zaza tekez kir ku, PKK fikrek e û ev fikir ti carî namire û dema pêwîst bike, PKK’ê dikare xwe careke din li meydanê nîşan bide .

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) duh ragihand ku, eger Tirkiye bixwaze danûstandinên aştiyê ligel partiyê bike, divê ligel muxatebê wan ê sereke, rêber Abdullah Ocalan vê yekê pêk bîne .

Her wiha PKK bang li Tirkiyê kir ku tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan rake û gavên bilez der barê pêvajoya aştiyê de bavêje.

Share This Article