MEZLÛM EBDÎ: SERKEFTINA PEYMANA 29’Ê ÇILEYÊ Û PÊKANÎNA AŞTIYÊ ARMANCA SEREKE YE

Rojava Tv
3 Min Read

Di civîna Desteya Rûspiyan û Meclisa Rûspiyan a Heseke de, fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî axivî.

Mezlûm Ebdî got ew pabendî peymana 29’ê Çileyê ne û diyar kir ku armanca sereke serkeftina peymanê û xurtkirina aştiya mayînde ye.

Di civîna Desteya Rûspiyan û Meclisa Rûspiyan a Heseke de, fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî axivî.

Mezlûm Ebdî got wan di rojên dawîn de bi aliyên navneteweyî re, bi taybetî hemû welatên ku di dosyaya Sûriyeyê de beşdar in, civînên berfireh pêk anîne û ev alî hemû dixwazin peyman bi cih were.

Ebdî rave kir ku ji bo herêmê tişta sereke cîbicîkirina peymanê li hemû deveran e ku di nava peymanê de cih digrin, wekî Efrîn, Serêkaniyê, Kobanê û Hesekê. Hin gavên sereke hatin avêtin ji bo agirbesteke mayînde pêk were ku hîn jî dewam dike.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku QSD dê peymanê pêk bîne da ku aramiya mayînde li herêmê misoger bike.

Der barê mijara leşkerî de, Ebdî destnîşan kir ku cîbicîkirin hinekî dereng ma. Diviyabû hêz di roja duyemîn a peymanê de ji eniyên şer vekişiyana, lê niha ev gav bi serkeftî temam bûn. Lê li Kobanê hin pirsgirêk berdewam dikin, niha dan û standin ji bo rakirina dorpêçê û vekişîna hêzan bo baregehên wan berdewam in.

Ebdî got du aliyên peymanê hene; yek bi pêkhateya Kurd ve girêdayî ye û ya din jî hemû pêkhateyan digire nava xwe.

Ebdî da zanîn kir ku di rojên pêş de dê hewlên cidî werin dayîn da ku saziyên ku zêdetirî 12 salan li herêmê dixebitin, werin entegrekirin. Her wiha diyar kir ku serkeftina pêvajoya yekbûnê, şertekî sereke ye ji bo pêkanîna peymanê ye.

Ebdî îşaret pê kir ku di demên dawîn de gotinên nefret û nîjadperestî û mezhebperestî zêde bûne û wiha dom da axaftina xwe: “Ji sedan salan ve pêkhateyên herêma Cizîrê bi hev re dijîn. Nakokî di navbera wan de tune ye. Gelek aliyan hewl da fitneyan çêkin, lê hewldan bi ser neketin, ji ber ku şêniyên herêmê li hev kiriye ku bi hev re bijîn. Parêzgerek heye ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike. Wê her kes beşdarî jinûve avakirinê bibe.”

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di dawiyê de got, pêvajoya heyî pêvajoyeke nû ye, Divê ders ji şaştiyên berê werin girtin. Siberoj girîngtir e. Tevî şaştiyên ku derketine jî lê nabe mirov bê hêvî be.”

Share This Article