ŞÊNIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ LI HEMBER ÊRÎŞAN TEKEZÎ LI SER HEVGIRTINÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Serokê Encumena Rûspiyên bajarê Reqayê Umar Zêdan têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî bakur û rojhilatê sûriyê, anî ziman ku Êdî gel ji planên dewleta tirk hişyar in û ew ê bi hevgirtina xwe bajarên xwe biparêzin.

Ji ber Dewleta tirk  a dagirker li hember destkeftiyên Rêveberiya Xweser bê çare maye her carê da ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe û xelkên wê bide koçberkirin, êrîş dike.

Serokê Encumena Rûspiyên bajarê Reqayê Umar Zêdan diyar kir ku Dewleta tirk da ku bin erd û ser erda herêmê têk bibe, cihên ku xizmeta gel dikin, hedef digire.

Her wiha Umar Zêdan anî ziman ku Êdî gel ji planên dewleta tirk hişyar in û ew ê bi hevgirtina xwe bajarên xwe biparêzin.

Dewleta tirk a dagirker bi buhaneya teqîna 13’ê Mijdarê ku li Stenbolê pêk hat, êrîşî herêmê Rêveberiya Xweser dike û gelek sivîl şehîdxist û gelek deverên xizmetê kir hedef.

Share This Article