Koçbera Efrînî Meroş Reşîd Gilkawî ji Rojava Tv re Çîroka Koçberiya xwe vedibêje.
Meroş Reşîd Gilkawî got ku ew di nava kampan de rastî zehmetiyên jiyanî tên.
2018’an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin. Di wê demê de xelkên Efrînê dev ji mal û milkên xwe bi darê zorê berdan.
Xelkên Efrînî berê xwe dan Knatona Şehbayê û di Kamp û Malên nîvwêrankirî de bi cih bûn.
Niha jî li Kantona Şehbayê Koçberên Efrînî rûbirûyî êrîşên Dewleta Tirk û Dorpêça Hikumeta Şamê mane.
Koçbera Efrînî ya bi navê Meroş Reşîd Gilkawî ji Rojava Tv re Çîroka Koçberiya xwe vedibêje.
Meroş Gilkawî got ku ew di nava kampan de rastî zehmetiyên jiyanî tên.
Her wiha Meroş Gilkawî anî ziman ku tevî Koçberiyê û rewşa Zehmet a di kampan de, Dewleta Tirk êrîşên xwe bê navber didomîne.
Efrîn bi bedewiya xwezaya xwe û zêdebûna baxçeyan tê nasîn. Efrînî li ku derê bimînin, hema dora xwe bi dar û kulîlkan dixemilînin û vê çandê zindî dihêlin.
Meroş Reşîd Gilkawî derdora Konê xwe bexçe û Kulîlk daniye û dibêje, bi çandina dar û kulîlkan êşên koçberiyê
sivik dibin.
