SAZIYÊN TENDURISTIYÊ JI BO BIRÎNDARÊN HELEBÊ BANGA LEZGÎN KIR

Rojava Tv
3 Min Read

Yekitiya Bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Bijîşkên Rojava, Desteya Tenduristiyê û Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê daxuyaniyek li pêşiya Nexweşxaneya Dil û Çav a li bajarê Qamişloyê da.

Di daxuyaniyê de ji ber êrişên domdar ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hişyariya karaseteke mirovî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku êriş li dijî nexweşxane û navendên tenduristiyê hatine kirin û di encamê de hin ji wan ji xizmetê derketine.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî aliyên navneteweyî, Konseya Ewlehiyê û civata navneteweyî ve hat kirin ku ji bo rawestandina êrişan bi lez bikevin nava tevgerê û erkên xwe yên qanûnî û exlaqî yên parastina sivîlan bi cih bînin .

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî, bi taybetî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Xaça Sor a Navneteweyî û Rêxistina Bijîşkên Bêsînor hat kirin ku ji bo vekirina korîdorên ewlehiyê ji bo rakirina birîndaran û pêşkêşkirina alîkariyan bi lez bikevin nava tevgerê.

Yekîtiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên li dijî herdu taxan bi taybet li dijî nexweşxaneya Ş. Xalid Fecir ku gelek birîndarê têde tên dermankirin, li dijî hemû pîvanên exlaqî û mirovî ne.

Her wiha hate diyar kirin ku Rawestandina vê hovîtiya ku tu hiqûqên navneteweyî û qaîdeyên şerî nas nake erk û berpirsiyariya hemû derdorên siyasî ye.

Di dawiyê de bang li hemû mirovahiyê hate kirin ku xwedî li vê berxwedana gelê Kurd a li hemberî komkujiyê derkevin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Di çarçoveya bersivdana banga seferberiya giştî ya Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê de gel û ciwanên Qamişloyê jî li ser pêyan in.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Tevgera Jinên Ciwan ên bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekî ji bo piştgiriya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê seferberî îlan kirin.

Ciwanan bi rext û çek dirûşma “Şêxmeqsûd bi te re heta mirinê” berz kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew bangawaziya gelê xwe yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih tînin. Ji bo parastina gelê xwe em erkê xwe yê dîrokî pêk tînin. Em ji bo parastina gelê xwe û herdu taxan beşdarî seferberiya serdema dîrokî dibin. Em bang li tevayî ciwanan dikin ku helwesteke şerê şoreşgerî nîşan bidin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Ji bo Şêxmeqsûd şer, şer, şer” û “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” bi dawî bû.

Share This Article