SEROKEŞÎRÊN HERÊMÊ BANGA DÛRKETINA JI XÎTABA NEFRETÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

serok eşîr û rûspiyên qamişlo ji bo dûrketina ji xîtaba kîn û nefretê, bi pêkhateyên ereb re civiyan.

civîn bi beşdariya nêzî 100 kesayetî li taxa tey a bajêr hate lidarxistin.

di civînê de rewşa siyasî li sûriyê bi giştî û herêmê bi taybet hate nirxandin.

paşê nîqaş li ser belavkirina xîtaba kîn û nefretê û bandora wê li ser rûdana fitneyê li herêmê hate kirin.

beşdaran tekezî li ser girîngiya jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de û dûrketina ji nûçeyên li ser torên medyaya civakî, ku bandorek neyînî li ser civakan dike, kirin.

Share This Article