PÊKHATEYÊN HESEKÊ BI ŞAHIYEKÊ CEJNA BERXWEDANA NETEWEYÎ PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li bajarê Hesekê jî ji bo pîrozkirina salvegera 47’an a damezirandina PKK’ê şahiyek hat li darxistin.

Bi hezaran pêkhateyên bajarê Hesekê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî li Parka 4’ê Nîsanê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de axaftin ji aliyê Meclisa Bajarê Hesekê ve hate kirin û hate diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan li dijî hewldanên tunekirina doza Kurd şoreşek da destpêkirin ku bi mîlyonan kes li cîhanê tev lê bûne.

Şahî bi stran, gerandina xelekên govendê û dirûşmên silavkirina berxweadna Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Share This Article