Nivîskar û Lêkolîner Lezgîn Ibrahîm derbarê geşedanên li sûriyê rû didin ji Rojava TV re nirxandin kir.
Lezgîn Ibrahîm got dagirkeriya Tirk bi şerê taybet û derxistina fitneyê dixwaze aloziya sûriyê kurtir bibe.
Piştî rûxîna rêjîma esed li sûriyê; gelek geşedanên cûr bi cûr derdiketin holê û li dijî hêzên sûriya demokratîk QSD û rêveberiya xweser şerekî taybet hat meşendin.
Derbarê şerê taybet ku ji hêla gelek aliyan ve derdikeve û hewldana derxistina fitneyan li Sûriyê Nivîskar û Lêkolîner Lezgîn Ibrahîm ji Rojava TV re nirxandin kir.
Lezgîn Ibrahîm diyar kir ku dagirkeriya tirk di rewşa hestiyar de dixwaze aloziya sûriyê kurtir bike.
Her wiha Lezgîn Ibrahîm anî ziman ku, ji ber fitneyên derdikevin nahêle têkilîya di navbera QSD’ê û desthilata şamê de çêbibe.
Ji destpêka rûxîna rêjîma esed ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrîş û gefên xwe yên li ser herêma bakur û rojhilat sûriyê dixwaze tevlîheviyê di nav pêkhateyên sûriyê de derbixe û fitineyekê li herêmê belav bike.
