Jîna Emînî 13’ê Îlonê bi hinceta ku porê xwe nenixumandiye ji aliyê ’Polîsên Exlaqê’ yên îranê ve hat binçavkirin û êşkenceyê lê hat kirin.
Jîna Emînî piştî ku sê rojan di nexweşxaneyê de bêhişî ma, di roja 16’yê Îlona 2022’yan de jiyana xwe ji dest da.
Piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, jinan serhildan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kirin. ev dirûşm bû felsefeyek û li tevahî cîhanê belav bû.
Endam û Rêveberên Kongra Star ên bajarê Qamişlo gotin, bi qetilkirina Jîna Emînî re çirûska serhildanê li Rojhilat û cîhanê belav bû.
Her wiha Endama Hoordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo jî tekez kir ku serhildana “Jin jiyan azadî” bû felsefe û sembola têkoşîna jinan.
Li gorî daneyan tenê di nava du salên dawî de rejîma Îranê 142 welatiyên Kurd bi rêbazên cûda qetilkiriye.
Herwiha bi boneya duyemîn salvegera serhildanê jî, heya niha bi dehan kes hatine revandin û binçavkirin.
