Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, Endamê Kordînasyona Komeleyên Ciwanan şehîd “Çiya Rizgar” bi merasîmekê bi heybet bi bîranîn.
Merasîma bîranînê li qada Şehîdan, bi amedebûna hemû Saziyên Civaka Sivîl, Partiyên siyasî, Rêxistinên jinan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hate lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê; li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Endama Meclîsa Ciwanan Dunya Bekir axivî û bi berfirehî behsa fedekariya Ş.Çiya kir.
Her weha li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan û Meclîsa Ol û Baweriyan jî axaftin hatin kirin û tekezî li ser şopandina rêya şehîdan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbeta Ş.Çiya Rizgar re xwestin.
